Hûn bi xêr hatin tora me!

Me ev tora bi navê “Dersên Kurdî di Dibistan de (Kurdisch in Schulen)” ava kiriye ku em wek sazî, komele, mamoste, zimannas, malbat û kedkarên zimanê kurdî bi hev re bixebitin da ku zêdetir zarokên kurd bikarin di dibistanan de zimanê kurdî hîn bibin, li zêdetir bajaran dersên kurdî werin dayin, statû û derfetên zimanê kurdî zêdetir bin li Almanyayê, zehmetî û astengiyên li hemberî dersên kurdî werin rakirin, kurd jî wekî hemû civakên din bi ziman, nasname û çanda xwe li vê welatê bijîn.

Zêdetir Agahî

Çima Dersên Kurdî? / Warum Kurdischunterricht?

Gelek sedem hene mirov kurdî di dibistanan de hîn be. Hinek ji wan ev in: Es gibt viele Vorteile, Kurdisch in der Schule zu lernen. Einige davon sind hier zu finden:

  • Derûnî / Psychologisch

    di jiyana xwe de kêfxweş û bextewartir dibin; sie sind glücklicher und selbstbewusster;

  • Zimanî / Linguistik

    zimanên din (wekî almanî, ingilîzî an jî zimanên din) baştir û zûtir hîn dibin; sie lernen andere Sprachen (wie Deutsch, Englisch oder andere) besser und schneller;

  • Çandî / Kulturelles

    hem çanda dê û bavê xwe baştir nas dikin hem jî vekirîtir dibin ji bo çandên din; sie lernen die Kultur ihrer Eltern besser kennen und sind offener für andere Kulturen;

  • Akademîk / Akademisch

    di dibistanê de ji aliyê pêşveçûn û hînbûna akademîk serkeftîtir dibin; sie sind erfolgreicher in Bezug auf akademische Erfolge und Lernen

  • Civakî / Soziales

    têkiliyên wan bi nas û xizmên wan re baştir dibin. sie haben bessere Beziehungen zu ihren Verwandten und Großeltern.

Serlêdan Dersên Kurdî / Anmeldung für den Kurdischunterricht

Bielefeld

Forma serlêdanê ji bo bajarê Bielefeldê

Hûn dikarin li ser vê rûpelê forma serlêdanê ji bo bajarê Bielefeldê bibînin.

Herford

Forma Serlêdanê ji bo Herfordê

Hûn dikarin forma serlêdanê ji bo dersên kurdî li Herfordê li ser vê lînkê bibînin:

Rheinland-Pfalz

Rheinland-Pfalz

Der Herkunftssprachenunterricht (HSU) in Rheinland-Pfalz ist ein wichtiger Baustein bei der Förderung der Mehrsprachenkompetenz der Schülerinnen und Schüler.

Serlêdana Dijîtal / Online-Anmeldung

Hûn dikarin dijîtal jî serlêdanê bikin. / Sie können Ihr Kind auch online anmelden.

Anmeldeformular Serlêdana Dijîtal

Dildarên Kurdî / Ehrenamtliche Gruppen

"Dildarên Kurdî" komên dildariyê ne ku li bajarên xwe piştgiriya dersên kurdî dikin. Hûn jî dixwazin bibin dildarên kurdî li bajarên xwe? / Dildarên Kurdî sind ehrenamtliche Gruppen, die sich zusammenschließen, um den Kurdischunterricht in ihren Städten zu unterstützen. Möchten Sie sich auch ehrenamtlich für den Kurdischunterricht in Ihrer Stadt engagieren?

Zêdetir Agahî / Mehr Dazu

Mamoste / Lehrkräfte

Abdulkadir Ulumaskan Bielefeld, Herford
Emin Akbaş Bremen
Nav Paşnav Kurmancî, NRW

Dengê Malbat û Mamosteyan / Stimmen von Eltern und LehrerInnen

Nivîsên Pedagojîk / Pädagogische Beiträge

01 Mar

Zimanê Dayikê Çima Girîng e bo Perwerdehiyê?

Lêkolînên ligel zarokên duziman hatî kirin bi giştî nîşan didin ku zimanê dayikê di pêşveçûna kesayetî û perwerdehiya wan de rolekî pir girîng dilîze. Pisporê duzimaniyê Jim Cummins li ser vê mijarê tesbîtên li jêr parve dike: 1. Duzimanî bandoreke…

22 Apr

Redkirina zimanê zarok redkirina zarok bi xwe ye

Bi awayekî rasterê an nerasterê ger bo zarokên di dibistanê de peyama “zimanê xwe û çanda xwe li devê deriyê dibistanê bihêlin” bê ragihandin, zarok di heman demê de wê naçar bimînin parçeyekî girîng ji nasnameya xwe jî li devê…