Li Almanyayê mafê her xwendekarekê heye ku zimanê xwe yê dayikê li dibistanê hîn bibe. Kurdî (Kurmancî, Soranî an jî Kirmanckî/Zazakî) yek ji wan zimanan e ku xwendekarên diçin dibistana seretayî an jî dibistana navîn dikarin hilbijêrin. Dersên kurdî, pêşî di sala 1993’an de li Bremenê dest pê kirin, paşî jî li Nordrhein-Westfalen û Niedersachsenê hatin pêşkêşkirin. Ji sala 2019’an ve, li Berlin, Brandenburg û Rheinland-Pfalzê jî dersên kurdî di dibistanan de tên hînkirin.

Mamoste dibêjin zarokên ku tên dersê hem zimanê xwe yê dayikê bi awayekî rêk û pêk hîn dibin, hem çand û nasnameya xwe baştir nas dikin hem jî piraniya wan zarokan zimanê almanî û zimanên din jî baştir û zûtir hîn dibin. Malbatên ku zarokên wan diçin dersên kurdî jî dibêjin, zarokên wan bi saya dersên kurdî di dibistanê de serkeftîtir û lixwebawertir dibin. Zanyar, zimannas û pedagog jî van feydeyên dersên zimanê dayikê piştrast dikin. Lewma, hingî diçe zêdetir bajar û dibistanan de dersên kurdî vedibin. Lê belê, tenê dema malbat zarokên xwe qeyd bikin, dersên kurdî dikarin dest pê bikin û berdewam bikin.

Lê mixabin, hejmara serlêdanên ji bo dersên kurdî li beramberî serhejmara kurdên li Almanyayê gelek kêm e. Tê texmînkirin ji 1 mîlyonê zêdetir kurd li Almanyayê dijîn. Tenê li NRW, serhejmara kurdan dora 600 hezaran e. Ev jî tê wê wateyê ku hejmareke gelek mezin a zarokên kurd nikarin mafên xwe yên zimanê dayikê bi kar bînin.

Lewma, me bi serkêşiya Akademiya Yekmalê û bi hevkariya Yekîtiya Mamosteyên Kurd, ev tora bi navê “Dersên Kurdî di Dibistan de (Kurdisch in Schulen)” ava kiriye ku em wek sazî, komele, mamoste, zimannas, malbat û kedkarên zimanê kurdî bi hev re bixebitin da ku

  • zêdetir zarokên kurd bikarin di dibistanan de zimanê kurdî hîn bibin,
  • li zêdetir bajaran dersên kurdî werin dayin,
  • statû û derfetên zimanê kurdî zêdetir bin di pergela perwerdehiyê ya Almanyayê de,
  • zehmetî û astengiyên li hemberî dersên kurdî di dibistanan de werin rakirin,
  • zarok û malbatên kurd jî wekî hemû kesên din bikarin bi ziman, nasname û çanda xwe li vê welatê bijîn.

Ez û Malbata Min

Xwendekar di dersên kurdî de peyv û gotinên derbarê xwe, malbata xwe, xizmên xwe û kesên derdora xwe hîn dibe.

Ziman û Çand

Xwendekar di dersên kurdî de zimanê xwe û çanda malbata xwe baştir nas dikin.

Dibistan û Derdor

Xwendekar di dersên kurdî de peyv û gotinên derbarê dibistan, xwendekarî û derdora dibistanê hîn dibin.

Xweza û Demsal

Xwendekar di dersên kurdî de derbarê guherîna xwezayê, çar demsalan, heyvan hîn dibin.

Cejn û Şahî

Xwendekar di desên kurdî de cejn û şahiyên xwe yên neteweyî nas dikin, peyvên bi wan re têkildar hîn dibin.

Rêziman

Xwendekar di dersên kurdî de rêzimana zimanê kurdî nas dikin, rast nivîsandin û xwendina kurdî hîn dibin.