Lêkolînên ligel zarokên duziman hatî kirin bi giştî nîşan didin ku zimanê dayikê di pêşveçûna kesayetî û perwerdehiya wan de rolekî pir girîng dilîze. Pisporê duzimaniyê Jim Cummins li ser vê mijarê tesbîtên li jêr parve dike:
1. Duzimanî bandoreke erênî li pêşveçûna zimanî û perwerdehî ya zarokan dike
Zarok eger di demên pêşî yên salên xwe yên dibistanê de bi du an jî bêhtir zimanan berdewam bin li pêşvebirina jêhatiniyên xwe, derbarê zimên û bikaranîna zimên a bi awayekî çalak de dibin xwedî zanyariyeke kûr. Bi taybetî eger bi her du zimanan jî xwedî xwende-nivîsendetiyê bin, wê derfetê bi dest dixin ku derbarê bikaranîna zimên de bêhtir pratîkê bikin.
2. Asta zimanê dayikê nîşaneyeke bihêz a zimanê duyem e
Zarokê xwedî besatiyeke zimên a xurt di zimanê dayikê de dest bi dibistanê kirî, zehmetiyê nakşîne di pêşvebirina xwende-nivîsendetiya di zimanê duyem de. Dê û bav gava ji zarokan re bi zimanê xwe bi awayê ku bikarin hişê xwe yê bêje û têgînan bi pêş bixin, çîrokan bibêjin û hin mijaran jî nîqaş bikin, zarok bi awayekî ji berê amadetir tên dibistanê bo fêrbûna zimanekî duyem.
Gava li dibistanê piştgirî li zimanê dayikê bê kirin têgîn û jêhatiniyên zimên û xwende-nivîsendetiyê yên zarokan ku bi zimanê piraneyê fêr bûne, dikare bên guhastin li zimanên wan ê dayikê.
3. Redkirina zimanê zarok redkirina zarok bi xwe ye
Bi awayekî rasterê an nerasterê ger bo zarokên di dibistanê de peyama “zimanê xwe û çanda xwe li devê deriyê dibistanê bihêlin” bê ragihandin, zarok di heman demê de wê naçar bimînin parçeyekî girîng ji nasnameya xwe jî li devê deriyê dibistanê bihêlin. Gava pê hesiyan bi vî rengî tên redkirin, wê beşdarbûna wan a bi bawerî û kiryarî di hîndekariyê de pir kêmtir be.
Ne bes e ku mamoste cûrbicûriya zimanî û çandî ya zarokan bi awayekî pasîf qebûl bikin. Divê însiyatîfê têxin destê xwe û wêne û fotografên bi jêrnivîs bi zimanên xwendekaran li gelek deverên dibistanê deynin, û zarokan han bidin ku bi zimanê xwe yê dayikê jî binivîsin.
4. Piştgirîkirina zimanê dayikê li dibistanê ji pêşveçûna zimanê duyem jî dibe alîkar
Gava zimanê wan ê dayikê li dibistanan bi awayekî çalak bê fêrkirin, zarokên duziman wê serkeftîtir bibin û di şertûmercên guncav de xwende-nivîsendetiya wan a bi zimanê duyem wê bi pêş keve. Berevajî vê, eger axaftina bi zimanê xwe yê dayikê li zarokan bê qedexekirin, û di encama vê yekê de zimanê xwe yê dayikê ji bîr kirin, wê kêm bimînin ji piştgiriya kesane û têgînane ku bo fêrbûnê dibin bingeh.
5. Zimanê dayikê nazik e û heke neyê parastin, bi hêsanî winda dibe
Gelek mirov şaş dimînin ku zarokên duziman di salên pêşî yên dibistanê de jêhatîbûna xwe ya danûstandinê di zimanê serdest de çiqasî zû “bi dest dixin”. Ji aliyê din ve, bi giştî perwerdekar ewqasî hay lê nîn in ku zarok hunerweriya bikaranîna zimanê xwe yê dayikê di mala xwe de jî çiqasî zû “ji dest didin”. Ji bo kêmkirina windabûna zimên, divê dê û bav hinek derfetan biafirînin ku erk (xwendin, nivîsandin) û rewşên (bo nimûne; avakirina komên lîstikê bi zimanê dayikê, serdana welatê ku zimanê dayikê lê tê axaftin û hwd.) ku wê zarok zimanê xwe yê dayikê bi kar bînin, zêde bike.
Mamoste jî bi riya peyamên bihêz û erênî eger ji zarokan re bibêjin zanîna zimanekî ji yekî zêdetir çend hêja ye û duzimanîbûn nirxekî girîng î zimanî û hişî ye, dikarin bibin alîkar ji zarokan re da ku zimanê xwe yê zikmakî biparêzin û bi pêş bixin. Dikarin wan projeyan bidin destpêkirin ku bi zarokan re bîreweriya zimên bi pêş dixin û zimanên di nava polê de tên axaftin bên parvekirin. Ger em nimûneyekê bidin, mamoste wê li pirzimanîbûna zarokên di polê de bikole; û wê jêhatîbûna wan a di zimên de pîroz bike û wan han bide. Her roj zarokek wê bêjeyeke ku pir tê bikaranîn ji zimanê li nav malê tê axaftin di polê de bibêje û hemû xwendekar, wê ligel mamosteyê xwe fêrî vê bêjeyê bibin û li serê nîqaşê bikin.