Mesud Dînar Berlîn

Em minekarê dersên kurdî ne

Du heb zarokên min beşdar dibin dersên kurdî. Kurê min ev 3 sal in, keça min jî îsal salek e diçe dersên kurdî. Taybetî kurê min niha qasî almanî dikare bi kurdî jî binivîse û bixwîne. Lewma me bîryar da ku em keça xwe jî qeyd bikin dersên kurdî. Em bangî hemû malbatan dikin, bila zarokên xwe bişînin dersên kurdî.

Hemin Efrîn Bremen

Hebûna dersên kurdî şanseke mezin e!

Me li welê gelek zehmetî kêşand ji ber ziman û nasnameya xwe ya kurdî. Li vir, li Almanyayê em mecbûr namînin ji ber zimanê xwe cezayan bigirin. Berevajî, zarokên me dikarin di dibistanan de kurdî hîn bibin. Keça min bi saya dersa kurdî nasnameya xwe baştir hîn dibe. Lewma ji bo me, hebûna dersên kurdî şanseke mezin e. Hêvî dikim hemû malbatên kurd qedr û qîmeta vê şansê bizanin, zarokên xwe qeyd bikin dersên kurdî.

Ronya Balayî Bielefeld

Bi saya kurdî keça min gelek kêfxweş e.

Ev du sal in keça min beşdar dibe dersên kurdî. Em gelek jê dersan razî ne. Keça me bi saya dersên kurdî gelek hevalên kurd nas kirin. Me jî malbatên din ên kurd nas kirin. Em minekar in.

Neslîxan Zerdeşt Mainz

Kurdî hebûna me ye!

Rastî ji ber ku zimanê me qedexekirî bû li welêt, hişyariya me ya nasnameyî gelek lawaz bûbû. Lê bi saya dersên kurdî li vir, em careke din vegeriyan li ser çand û nasnameya xwe. Bijî dersên kurdî.