Bi awayekî rasterê an nerasterê ger bo zarokên di dibistanê de peyama “zimanê xwe û çanda xwe li devê deriyê dibistanê bihêlin” bê ragihandin, zarok di heman demê de wê naçar bimînin parçeyekî girîng ji nasnameya xwe jî li devê deriyê dibistanê bihêlin. Gava pê hesiyan bi vî rengî tên redkirin, wê beşdarbûna wan a bi bawerî û kiryarî di hîndekariyê de pir kêmtir be.
Ne bes e ku mamoste cûrbicûriya zimanî û çandî ya zarokan bi awayekî pasîf qebûl bikin. Divê însiyatîfê têxin destê xwe û wêne û fotografên bi jêrnivîs bi zimanên xwendekaran li gelek deverên dibistanê deynin, û zarokan han bidin ku bi zimanê xwe yê dayikê jî binivîsin.