Mafê hemû xwendekaran e ku zimanê xwe yê dayikê di dibistana xwe de hîn bibin. Eger di dibistana we de dersa kurdî tunebe, hûn dikarin forma serlêdanê dagirin û bi awayekî fermî ji rêveberiya dibistana xwe bixwazin ku dersa kurdî pêşkêş bikin. Dema çend malbat dersên kurdî bixwazin, dibistan dê alîkarî û piştgirî bide ku rêveberiya perwerdehiyê (Senato an jî Wezareta Perwerdehiyê) mamosteyeke/î dersa kurdî bişîne wê dibistanê. Em pêşniyar dikin ku malbatên dixwazin dersên kurdî li dibistanên wan jî dest pê bikin, pêşî malbatên din ên dersên kurdî dixwazin nas bikin û paşî bi hev re ji rêveberiya dibistanê daxwaza dersên kurdî bikin.