Hûn ji zimanê kurdî hez dikin û dixwazin kurdî jî di dibistanan de geş bibe?

Em wek tora Kurdî di Dibistanan de – Kurdisch in Schulen dixwazin pêşengiyê bikin avakirina komên bi navê Dildarên Kurdî li bajar û bajarokên li seranserê Almanyayê. Armanca komên Dildarên Kurdî dê tenê xebat û piştgiriya dildarî ya dersên kurdî di dibistanan de be. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne, dê Dildarên Kurdî li gorî dem, derfet û nêrînên xwe li bajarên xwe werin cem hev, hev du nas bikin, destê hev bidin hev ku xebatên ji bo dersên kurdî bikin. Eger hûn jî dildarê kurdî bin û bixwazin li bajarê xwe piştgiriya kurdî bikin, kerem bikin em bi hev re bikin!

Çawa ku tora Kurdî di Dibistanan de komek serbixwe ye, girêdayî tu partiyên siyasî nîne, Dildarên Kurdî jî dê li gorî vê rêbazê kar bike. Parastin û piştgiriya zimanê kurdî berpirsiyariya hemû kurdan e. Lewma, tenê hekê em bi hev re bixebitin, ked bidin ew ê zimanê me geş bibe, derfetên wê zêde bibe. 

Dildarên Kurdî dikarin çi bikin?

Dildarên Kurdî wê bibe dilê xebatên herêmî (lokal). Jixwe, tenê bi saya xebatên herêmî kurdî dikare pêş bikeve û di dibistana de were hînkirin. Heke ne, xebatên li ser medyayê û medyaya civakî tenê heta cihekê bandor û tesîr li ser malbatan dikin. Lewma xebatên herêmî gelek gelek girîng in. Helbet, dildarên kurdî rewş û derfetên bajarên xwe baştir nas dikin. Lewma jî ew ê baştir bizanin ka ew dikarin çi bikin û divê çawa bikin. Lê belê, hinek pêşniyarên me ji bo xebatên Dildarên Kurdî ev in:

Têkilî bi dê û bavan re: Dildarên Kurdî dikarin têkilî deyni bi dêûbavên kurd ên ku zarokên wan li dibistanekê xwendekar in. Ji wan re behsa dersên kurdî bikin, agahiyên derbarê dersan de û mafê wan ên dersên zimanê dayikê bi wan re par ve bikin. Eger pirs û pirsiyarên wan hebin, bersivan bidin. 

Danasîna dersên kurdî: Dikarinji bo danasîna dersên zimanê kurdî li bajarên xwe medyaya civakî û dezgehên ragihandinê yên herêmî bi kar bînin.

Civîn û çalakiyên agahdariyê: Dikarinli dibistan, li sazî û komeleyên civakî an jî cihên din ên berhevbûnê civîn û çalakiyên agahdariyê li dar bixin ku dêûbavan û kesên eleqedar agahdar bikin, gazî bikin ku ew jî dest bidin vê karê pîroz.

Hevkariya bi dibistanan re: Dikarin bi rêvebirên dibistanan û mamosteyan re têkilî deynîn ji bo ku derfetan biafirînin di dibistanên xwe de ji bo dersên kurdî.

Kî dikare beşdar bibe Dildarên Kurdî?

Hemû kesên ku dilxwazê zimanê kurdî ne, ser serê me ser çavê me cihê wan heye! Tenê divê mirov hişyar be û kesên din jî hişyar bike ku xebata Dildarên Kurdî ne cihê reklam û propagandaya tu partiyên siyasî û an jî xebatên derveyî armanca komê ne. 

Em dikarin çawa alîkariya Dildarên Kurdî bikin?

Piştgirî û çavkanî: Em ê materyalên perwerdehiyê, amûrên danasînê û agahiyên herî girîng derbarê dersên kurdî de bi we re parve bikin, alîkarî û piştgiriya we bikin ji bo ku hûn jî bikarin xebateke domdar û serfiraz li bajarên xwe pêk bînin.

Têkilî û hevnasandin: Em we bi dildarên din re tînin cem hev, têkiliya we çêdikin.

Hûn çawa dikarin beşdar bibin Dildarên Kurdî li bajarên xwe?

Ji kerema xwe vê formê dagirin: https://forms.gle/QAfLGScgVPvaxWoT8

Em ê di demek kurt de bi we re têkilî deynin. Eger jixwe li bajarê we komekê Dildarên Kurdî hebe, em ê we bi wan re bidin nasîn. Eger komek hêj ava nebûbe, em ê lê binêrin ka wekî din kî ji bajarê we serî lê dide. Lê bi her awayî em ê bi we re têkilî deynin. 

Werin hûn jî bibin Dildarê Kurdî û em bi hev re zimanê kurdî di dibistanan de geş bikin!