Hûn dixwazin zarokên we di dibistana xwe de kurdî (kurmancî, soranî an jî kirmanckî/zazakî) hîn bibin? Hûn dikarin zarokên xwe qeyd bikin dersên kurdî li dibistana xwe.
 
 
Hekê pirsekê we hebe, hûn dikarin pirsên pir tên pirsîn û bersivên wan li jêr bibînin. Lê, hekê pirsên we yên din hebin, hûn dikarin bi me re têkilî deynin, em ê kêfxweşî alîkarî û piştgiriya we bikin.
 
 
 
1. Dersa Zimanê Dayikê çi ye?

Dersa zimanê dayikê ew ders e ku xwendekar di dibistanê de hefteyê rojekê, du saetan beşdar dibin û ji mamosteyek fermî zimanê xwe yê dayikê hîn dibin. Wekî gelek welatên Ewrupayê,  li Almanyayê jî di dibistanan de dersên zimanê dayikê tên pêşkêşkirin.

2. Kîjan zaravayên kurdî li dibistanan tên hînkirin?
Li Almanyayê bi her sê zaravayên kurdî (kurmancî, soranî û kirmanckî/zazakî) ders tê dayîn. Lê, li hemû eyaletan ev ders nînin. Di hemû eyaletên ku dersên kurdî didin, dersên kurmancî hene, lê belê soranî tenê li NRW û Rheinland-Pfalzê heye. Kirmanckî jî li NRW û Berlînê heye. Lê dema ku ji dê û bavan têra xwe daxwaz hebe, bi zaraveyekê ku heta niha ders tuneyî jî ders dikare were destpêkirin.

3. Kî dikare beşdar bibe dersên kurdî?
Hemû xwendekarên diçin dibistana seretayî û yên diçin dibistana navîn dikarin beşdar bibin dersên kurdî. Ji bo ku bikarin beşdar bibin dersên kurdî, divê xwendekar fermî qeyda xwe çêkin ji bo van dersan.

4. Hekê di dibistana we de dersa kurdî tune be, hûn dikarin çi bikin?
Mafê hemû xwendekaran heye ku zimanê xwe yê dayikê di dibistana xwe de hîn bibin. Eger di dibistana we de dersa kurdî tunebe jî, hûn dikarin forma serlêdanê dagirin ji ber ku mirov dikare xwendekarên ji dibistanên nêzîkê hev berhev bike û yek ji wan dibistanan de dersên kurdî bide destpêkirin.

5. Ji bo ku li dibistan û bajarên nû dersên kurdî bên destpêkirin, divê mirov çi bike?

Bingeh û şerta pêşîn a destpêkirina dersên kurdî li bajarekê hebûna xwendekarên kurd û daxwaza dêûbavên wan e. Dema li cihekê komek dêûbav bixwazin dersên kurdî li bajarê wan were dayîn, dikarin bi rêveberiya perwerdehiyê ya bajarê xwe re biaxivin û bi awayekî kolektîf daxwaza xwe ji wan re bêjin. Eger rêveberî erênî li vê daxwazê nêzîk bibe, ew ê hinek gavên pratîk ên organîzasyonê hewce bin. Bo nimûne, hejmara xwendekaran, kîjan dibistan, mamoste, materyalên werin bikaranîn û hwd. Ji bo van gavên pratîk eger bername û tecrûbeyên rêveberiyê di hinek zimanên din de jixwe hebin, ew ê bizanin divê ji bo dersên kurdî jî çawa tevbigerin. Lê, eger tecrûbeya wan tunebe û nezanin divê çi were kirin, em wek tora Kurdisch in Schulen – Di Dibistanan de Kurdî jî dikarin hevkarî û alîkarî bikin, lê eger bixwazin dikarin ji bajarên ku xweyî vê tecrûbeyê ne alîkarî bixwazin. 

Lê belê, gelek caran rêveberiyên perwerdehiyê pêşî erênî li daxwazên dêûbavan ji bo dersên kurdî nêzîk nabin û hinek hincetan rêz dikin. Di rewşekê wisa de israra malbatan, hevkariya wan bi hev re û piştgiriya tora me girîng e. Lewma, hûn dikarin bi me re têkilî deynin û em dikarin bi hev re binirxînin ka em dikarin kîjan gavan bavêjin. 

Ji bîr nekin, hînbûna zimanê dayikê di dibistanan de mafê hemû zarokan e. Gelek zarok ji vê mafê sûd werdigire, bila zarokên kurd jê bêpar nemînin.

6. Dema hejmara serlêdanan di dibistanekê de têrê neke, çi dibe?
Em ê dîsa jî serlêdanan berhev bikin û lê binêrin ka sala pêş hejmara xwendekarên di dibistanekê de an jî yên nêzîkê hev zêde dibe an ne.

7. Kî dersên kurdî dide?
Mamosteyên fermî yên girêdayî senato an jî wezaretan bi awayekî profesyonel dersên kurdî didin. Mamosteyên dersên kurdî kesên pispor in, beşa pedagojiyê xwendine, bi salan mamostetî kirine, çand û zimanê kurdî baş nas dikin.

8. Di naveroka dersê de çi heye?
Armanca sereke ya dersên kurdî ew e ku xwendekar hem kurdiya axaftinê hem jî ya nivîskî hîn bibin û kurdiya xwe pêş ve bibin. Ji bo ev armanc pêk were, li her bajarê çend mijarên sereke tên hilbijartin. Hinek ji wan mijaran ev in:

  • Ez û malbata min
  • Dibistan û derdora min
  • Ziman û çand
  • Di xwezayê de salek
  • Cejn û pîrozbahî

Lê belê, dibe ku li bajarên cuda mijarên cuda werin bikaranîn. Mamoste materyal û metodên curbicur bi kar tînin ji bo ku van mijaran pêşkêş bikin.

9. Beşdarbûna dersên kurdî li ser dokumenta xwendekaran çawa xuya dike?
Beşdarbûna dersên hemû zimanên dayikê dildarî ye. Xwendekar ji dersên zimanê dayikê not nagirin. Lê belê, di dokumenta (Schulzeugnis) de beşdarbûna dersan tê nîşandan.

10. Ezmûnên zimanê kurdî kêrî çi tên, çawa û kengî tên çêkirin?

Lorem ipsum dolor sit amet, consectetuer adipiscing elit. Aenean commodo ligula eget dolor. Aenean massa. Cum sociis natoque penatibus et magnis dis parturient montes, nascetur ridiculus mus. Donec quam felis, ultricies nec, pellentesque eu, pretium quis, sem. Nulla consequat massa quis enim. Donec pede justo, fringilla vel, aliquet nec, vulputate eget, arcu. In enim justo, rhoncus ut, imperdiet a, venenatis vitae, justo.

11. Dersa zimanê dayikê çima girîng e?
Zanyar, zimannas û pedagog dibêjin zarokên zimanê xwe yê dayikê dizanin

  • di jiyana xwe de kêfxweş û bextewartir dibin;
  • zimanên din (wekî almanî, ingilîzî an jî zimanên din) baştir û zûtir hîn dibin;
  • baştir dibin kesên pirziman, pirçand û ji aliyê pirnasnameyî xwe xurttir dikin;
  • di dibistanê de ji aliyê pêşveçûn û hînbûna akademîk serkeftîtir dibin;
  • hem çanda dê û bavê xwe baştir nas dikin hem jî vekirîtir dibin ji bo çandên din;
  • derfetên wan ên aborî, civakî û çandî zêdetir dibin;
  • têkiliyên wan bi nas û xizmên wan re baştir dibin.

Lê belê, ji bo ku zanîna zimanê dayikê van feydeyan bigihîne xwendekaran, divê xwendekar zimanê xwe yê dayikê bi awayekî nivîskî û akademîk hîn bibin. Armanca dersên zimanê dayikê pêkanîna vê derfetê ye.

12. Kurdî li kîjan eyaletan tê hînkirin?
Kurdî niha li 6 eyaletên Almanyayê tê dayîn. Navê van eyalatan ev in: Berlîn, Brandenburg, Bremen, Nordrhein-Westfalen, Niedersachsen û Rheinland-Pfalz. Li 4 ji van eyaletan (Berlîn, Bremen, Nordrhein-Westfalen, Rheinland-Pfalz) ofîsên hevkarên koma me hene û hevkarên me bi awayekî çalak piştgirîya dersa kurdî li bajarên xwe dikin. Hûn dikarin agahiyên têkiliyê yên ofîsên me li ser malpera me peyda bikin û ji bo zêdetir agahdariyan xwe bigihînin hevkarên me. Her wiha, koma me dixwaze piştgirîya hemû dê û bavan bike ku dixwazin dersên kurdî di dibistanên wan de hebin. Eger li bajarên wen dersên kurdî tune bin jî, em ê bi kêfxweşî li riyên girêdana bi dêûbav û rêxistinên din ên eleqedar re bigerin ku ji bo dersên kurdî li hemû eyaletên Almanyayê xebat were kirin.

13. Hûn dikarin ji kû derê zêdetir agahiyan bigirin?
Hekê hûn bixwazin zêdetir agahiyan hîn bibin derbarê dersên kurdî de, hûn dikarin ji van cihan bipirsin.

Yekmal Akademie
Address: Richardstr. 102, 12043 Berlin
Tel: 030 63318945
Email: kurdischinschulen@yekmal.de
Web: www.kurdischinschulen.yekmal.de
Facebook: https://www.facebook.com/KurdischInSchulen/
Instagram: @KurdischInSchulen
Hashtag: #KurdischInSchulen

Yekîtiya Mamosteyên Kurd
Tel: 0176 843 0569
E-mail: info@denge-mamoste.com

Yekmal Bielefeld
IBZ Teutoburger Str. 106, 33607 Bielefeld
Tel. : 015752340929
E-Mailburo-bielefeld@yekmal.de

Yekmal Essen
c/o VielRespektZentrum
Rottstraße 24-26, 45127 Essen
Mobil: 0163 52 19 349
E-Mail: buro-essen@yekmal.de

Yekmal Herford
c/o Verein für Sozial- und Kulturarbeit e.V. – SZ FLA FLA
Diebrocker Str. 4 Herford
Tel. : 0163 9104991
E-Mail: buro-herford@yekmal.de

Yekmal Mainz
Bürogemeinschaft
Walpodenstraße 10, 55116 Mainz
Mobil: 0163 52 19 350 & Büro:  06131 – 90 52 65
E-Mail: buro-mainz@yekmal.de

Yekmal Bremen
Hansestraße 24, 28217 Bremen
Mobil: 0178 6608852
E-Mail: buro-bremen@yekmal.de