Course Information

  • Start Date: 26/08/2024
  • Class Staff: Abdulkadir Ulumaskan
  • Class Size: 15
  • Years old: 1-4 Klasse
  • Class Duration: 14:00 - 16:00 PM

Qeydkirina Dersên Zimanê Kurdî Li Dibistanan, Dest Pê Kir!

Dayik û bavên hêja!

Zarokên, zimanê dayika wan ne almanî ne, dikarin li dibistanan bi fermî biçin dersa zimanê dayika xwe. Li dibistanê, bêyî axaftinê, bi awayekî rêkûpêk xwendin, nivîsandin û rêziman jî wek zimanê standart tê hînkirin.

Ji bo perwerdeya dersa zimanê dayikê, materyalên dersê û heqê rê, ne hewce ye ku hûn bi xwe tiştekî bidin, hemû mesref ji aliyê dewletê ve tên dayin.

Zarokên ji pol/sinifa 1. heta ya 8. dikarin, biçin dersên zimanê dayikê.

Ders ji hefte rojekê 2 yan 3 saetan bi piranî piştî nîvroj li dibistanan tên dayin.

Notên dersa zimanê dayikê li karneyên zarokan tên nivîsandin û di dawiya sinifa 4 an de ji bo pêşniyarên dibistana navîn dikare bibe alîkariyeke baş.

Dîsa li dibistanên navîn dema zarok di pola 10 an de dibistanê xelas bikin û heger dersa wan ya zimanê îngilîzî yan zimanê biyanî yê duyemîn ne baş be, zarok li şûna zimanê biyanî dikarin bi nota dersa zimanê kurdî jî bawernameyên (dîponame) xwe bistînin.

Ji bo hemû dersên zimanên dayikê û ya zimanê kurdî jî dema qeydkirine heye!

Dema qeykirina zimanê dayikê li Bielefeldê heta 18.03.2024 an e.

Hûn bixwazin zarokên xwe ji bo dersa zimanê kurdî qeyd bikin divê hûn berî vê demê qeyd bikin.

 

Formên ji bo qeydkirina zimanê kurdî, li sekreteriyên dibistanan û li Saziya Perwerdeya bajêr (Schulamt) ê hene. An jî hûn dikarin formên qeydiyê ji buroyên me (Yekmal) Bielefeldê peyda bikin. 

Heger ji bo nivîsandina formên qeydiyê pirsên we hebin, em ê bi kêfxweşî alîkariya we bikin. Em ji we û zarokên we re serkeftin û bextewariyê dixwazin.

Yekmale e.V. Bielefeld

0178 100 69 53

0157 52 34 09 29

0163 91 04 991